Qada hewayî ya Ewropayê ji Boeîng 737 MAX’ê re hate girtin

Ajansa Ewlehiya Hewayî ya Ewropayê (EASA) piştî ku balefireke rêwiyan a Boeîng 737 MAX a şîrketeke Etîyopyayê kete xwar, qada xwe ya hewayî ya Ewropayê ji van balefiran re girt.

EASA’yê diyar kir ku roja Sêşemê piştî saet 20.00’an wan qada hewayî ya Yekîtiya Ewropayê ya Boeîng 737 MAX 8 û 9’an re girtiye. Ev qedexe him ji bo daketin û him jî ji rabûnê ye.

Saziya ewlekariya hewayî diyar kir ku ji bo ewlehiya rêwiyan, wan hemû tevdîr stendine. Beriya vê biryarê gelek welatên Ewropayê biryar dabûn ku qada xwe ya hewayî bigirin. Li temamî cîhanê gelek şîrketên qada hewayî, rabûna balefiran dan sekinandin.

Hilberînerê van balefiran Emerîka ye û îddîa dikin ku ev balefir ewle ne.

Beriya biryara EASA’yê Keyîtiya Yekbûyî, Elmanya, Fransa, Îrlanda, Evûstûrya, Hollanda, Îtalya û Belçîka biryar dabûn ku qadên xwe yên hewayî ji balefirên Boeîng 737 MAX’ê re bigirin.

Di 10’ê Adarê de balefira Boeîng 737 MAX 8 a Ethîopîan Aîrlenesê dema ji Addîs Abebayê diçû bajarê Naîrobî yê Kenyayê ketibû xwarê û 157 kes miribûn. Di 29’ê Cotmeha 2018’an de jî balefireke Lîon Aîr 13 deqîqe şûnde dema ku ji balefirgeha Cakartayê rabûbû, ketibû xwarê û 189 kesên di balefirê de miribûn.