Pûtîn û Kîm Jong Ûn peymana parastinê îmze kirin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku li Koreya Bakur bi merasîmeke mezin hate pêşwazîkirin, diyar kir ku ji Kîm Jong Ûn têkildarî şerê li dijî Ûkraynayê piştgirî wergirtiye. Herdu wealtan peymana parastinê îmze kirin.

Pûtîn piştî îmzekirina belgeyê daxuyaniyek da û got, "Peymana Hevkariya Berfireh a îro hate îmzekirin, tevî xusûsên din, diyar dike ku dema êriş li ser aliyekî peymanê bê kirin wê alîkariyê bidin hev."

Pûtîn hişyarî da dewletên rojavayî û got, "Rûsya û Kore polîtîkayeke derve ya serbixwe dimeşînin û zimanê şantajê qebûl nakin."

Serokdewletê Rûsyayê peyman weke 'Belgeyeke şoreşgerî ya rasteqîn' pênase kir û diyar kir ku Rûsya 'hevkariya leşkerî-teknîkî' ya bi Pyongyangê ji nedîtî ve nayê.

Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn jî peyman weke 'Bi armanca parastinê û aştiyane' pênase kir. Lîderê Koreya Bakur Pûtîn weke 'dostê herî baş' ê welatê xwe pênase kir û destpêkirina 'serdemeke nû' ya têkiliyên bi Moskowayê re bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Kîm Jong Ûn "Ji bo parastina serwerî, berjewendiyên ewlekariyê û yekparebûna xakê piştgiriya tam a ji bo gel, artêş û hikumeta Rûs nîşan da ku li Ûkraynayê operasyoneke leşkerî dimeşîne."

Pûtîn jî got, "Di serî de meseleya Ûkraynayê em piştgiriya we ya bi rêk û pêk a ji bo polîtîkaya Rûs bi kêfxweşî pêşwazî dikin."

Emerîkî û Ewropî bi mehan e nêzîkbûna li hev a Moskow û Pyongyangê bi fikar dişopînin û Koreya Bakur sûcdar dikin ku cebilxane û fuzeyên zêde dide Rûsyayê.