Pûtîn û Erdogan: Me biryara agirbestê girt!

Di hevdîtina bi mijara Idlib a di navbera Pûtîn û Erdogan a li Moskovayê de biryara agirbestê derket. Aliyan ji bo Idlibê ‘belgeyek hevpar’ jî ragihandin.

Di hevdîtina bi mijara Idlib a di navbera Serok Dewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn û Serokkoarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Moskovayê de biryara agirbestê derket.

Piştî hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan a 2 saet û navbera heyetan a 3 saet dom kir û şûn de, têkildarî agirbestê belgeyek hevpar hate xwendin.

Beriya xwendin belgeyê Pûtîn ev tişt got: “Piştî sersalê û vir ve xebatên terorê yên li Idlibê zêdetir bûn. Bi awayekî fîlî milîtanan dest bi şer kirin. Ji ber mirina leşkerên Tirk peyama xwe ya sersaxiyê dubare radigihînim. Her demê di dîtina nuqteyên hevpar de serketîne û li hev dikin. Îro jî heman tişt bû. Em li gel serwerî û yekparebûna xaka Sûriyeyê ne. Piştî hevdîtinê me belgeyek hevpar amadekiriye. Wezîrên Karê Derve yên her du welatan wê vê belgeyê eşkere bikin. Ev belge wê şer bide sekinandin û sivîlan aram bike.”

Erdogan ê piştî Pûtîn axivî diyar kir ku rejîmê li sivîlan daye, îdîa kir ku armanc xistina zoriyê ya Tirkiyeyê ye.

Erdogan got: “Erka nuqteyên çavdêriyê ne kontrolkirina nuqteyên li qadê, erkdare ku agirbestê bişopîne. Ji bo pêşîgirtina êrîşkariya rejîmê û sekinandina komên agirbestê binpê dike, me li qadê rolek hê aktîvtir girt.”

Her wiha Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Idlibê daxwaza statuyek nû kir û got: “Piştî êrîşa rejîmê ya li ser leşkerên me û şûnde ji bo Idlibê statûyek nû nebe nabe ye. Jî nîva şevê û pêve wê agirbest bikeve meryetê. Ji bo agirbest bibe herdemî wê xebatên me bidome.

Di ‘belgeya hevpar’ a ji aliy Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çawîolgû ve hate xwendin ev li xwe digire;

-Li tevahî xeta ku nakokiyên li Herêmên Kêmkirina Alozî ya li Idlibê wê hemû xebatên leşkerî 6’ê Adara 2020’ê saet 00:01’ê ve bê rawestandin.

-Li Bakurê rêya (M4) Heleb-Lazikiyê 6 kêlometre li başûrê wê bi kûrahiya 6 kêlometre wê korîdoreke ewlekariyê bê avakirin. Di nava 7 rojan de wê biryarên esas bên zelalkirin.

-Wê devriyeyên Rûs û Tirk 15’ê Adarê li ser rêya M4 ji devera Trûmba heta Eyn El Hawarê destpê bike.