Pûîgdemont ji girtiyên Katalan xwest ku grevê bi dawî bikin

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Pûîgdemont ji çar lîderên serxwebûnxwaz ên li girtîgehê xwest ku dawî li greva xwe ya birçîbûnê bînin ku berî sê hefteyan dest pê kiribû.

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Pûîgdemont ê li Berçîkayê sirgûnkirî ye, nameyeke ji çalakgerên greva birçîbûnê yên Katalan re nivîsî.

Şêwirmendê berê yê Pûîdemont Jordî Tûrûll û serokê berê yê ANC'ê Jordî Sanchez ku komeleya serxwebûnxwazan e, ji 1'ê Kanûnê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Her du rêveber li girtîgeha Lledoners a bi 60 kîlometreyî li bakurê Barcelonayê ye, tên girtin. Wezîrên berê yên herêmî Josep Rûll û Joaqûîm Form jî piştî du rojan tevlî greva birçîbûnê bûn.

Çalakger, xemsariya Dadgeha Destûra Bingehîn protesto dikin ku der barê serlêdanên wan de gelekî lawaz tevdigere. Li gorî girtiyan, Dadgeha Destûra Bingehîn hewl dide ku doz bi derengî biçe ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Pûîgdemont û gelek rêveberên berê yên Katalan ji her çar girtiyan xwestin ku dawî li greva birçîbûnê bîn.

Dozgerê Dadgeha Bilind a Spanyayê, destpêka meha Mijdarê xwestbû ku ji 7 sal heta 25 salan ceza li 12 ji 18 rêveberên serxwebûnxwaz ên Katalan were birîn. Niha 9 rêveber girtî ne.

Referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê, tevî ku rêveberiya navendî qedexe kir, li gel zext û astengiyan jî 1'ê Cotmeha 2017'an pêk hatibû. Piştî referandûmê ku helwesta tund a polîsan derket pêş, 27'ê Cotmehê Parlamenta Katalonyayê serxwebûn îlan kiribû.

Hikumeta Spanyayê jî parlament û hikumeta herêmî betal kiribû û xistibû bin kontrola xwe. Gelek rêveberên hikumeta herêmî hatin girtin, hinek jî neçar man li sirgûnê bimînin. Tê payin, doza li rêveberên Katalan hatine vekirin, meha Çileyê dest pê bike.