Polîsên Fransayê mercên nebaş ên kar protesto dikin

Polîsên Fransayê, ji bo şert û mercên nebaş ên kar raxin pêş çavan, pêşbirkek ji wêneyan li dar xistin.

Polîs di bin navê kolektîfa bi navê Yekîtiya Polîsên Serbixwe û neteweyî (UPNI) de li hev civiyan û ji bo şert û mercên nebaş ên kar protesto bikin, dest bi kampanya parvekirina wêneyan kirin.

Endamên kolektîfê îdîa kirin, ku şert û mercên jiyanê yên polîsan giran e, di gelek bûyeran de 'ewlekariya wan nîne' û bi wêneyên li cihê wezîfeyê yan jî di wesayitan de hatine kişandin, tevlî kampanyayê dibin.

Sendîkayên polîsan dan xuyakirin, ku ji ber pêkanînên rewşa awarte, şert û mercên wan ên kar giran bûne û ev yek bandoreke neyînî li wezîfe û jiyana taybet a polîsan dike.