Polîsên Elman di G20'ê de bi serê xwe şîdeteke giran kirine!

Giliyên li ser şîdeta giran a polîsê Elman, ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di dema civîna bilind a G20 de kir, piştrast bû. Li gorî agahiyan, tevî ku ferman ji wan re nehate dayin jî gelek polîsan gaza çavê mirovan dişewitîne, bi kar anîn.

Kovara Der Spîegel, li gorî bersiva Senatoya Hambûrgê ya li pêşniyar pirsa Partiya Çep ragihand, ku di dema protestoyên G20 de polîs li gorî fermanê tevnegeriyane.

Di nûçeyê de hat gotin, polîsên di civîna bilind a G20 de wezîfedar bûn, bi Midûrê Polîsan Hartmût Dûdde girêdayî bûn, lê belê polîsan fermanên Dûdde ji nedîtî ve hatine. Kovarê diyar kir, tevî ku ferman hatibû dayin ku divê gaza çavan dişewitîne û gelek madeyên zerarê didin neyên bikaranîn jî, hatine bikaranîn.

Hat ragihandin, polîs ji eyaletên Sachsen, Hessen, Thurîngen, Bavyera û Rheînland-Pfalzê hatine û berê ji wan re hatiye gotin, ku divê çeka bi gelek fonksiyonan a bi navê MZP divê neyê bikaranîn, lê tevî vê yekê jî di 67 bûyeran de hatiye bikaranîn.

Parlamentera ji Partiya Çep Chrıstîane Schneîder a pêşnûme pirs pêşkêş kir anî ziman, ku polîsan gaza çavên mirovan dişewitîne û gelek madeyên din bi zanebûn bi kar anîne û bi rêya vê yekê xwestine xwepêşandêran bixin xefikê.

Di civîna bilind a G20 de polîsan bi tundî dest li komên antî-kapîtalîst werda bûn û di encamê de şer derketibû. Di bûyeran de bi sedan kes birîndar bûbûn û li dijî polîsan bi dehan doz hatibûn vekirin.