Polîsên Îspanyayê mala ku teqemenî lê hatiye amadekirin tespît kirin

Li Barselonayê polîsan diyar kirin ku 120 tupên wê ji bo êrîşên bombeyî bihatina bikaranîn, bi dest xistine.

Piştî êrîşa li Barselonayê di encama lêkolîna polîsan de 120 tupên ku wê ji bo êrîşên bombeyî de werin bikaranîn, hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên polîsan lêpirsîna wan didome û 200 kîlometre dûrî Barselonayê li bajarê bi navê Alcanarê gelek tup hatine dîtin ên ku wê ji bo êrîşên bombeyî bihatina bikaranîn.

Polîsan diyar kirin ku, mala ku teqemenî lê hatiye amadekirin jî tespît kirine.