Polîsê Elmanyayê: Êrîşa bombeyî hat astengkirin

Polîsê Elmanyayê ragihand ku êrîşeke bombayî asteng kirine.

Şefê polîsên edlî yê Elmanyayê ragihand ku plana êrîşeke ‘bombeya biyolojîk’ pûç kirine. Hate ragihand ku  bi girtina welatiyeke Tûnûsê ya beriya hefteyekê li Kolnê pêşiya êrîşê hatiye girtin.

Şefê polîsan Holger Munch ku ji radyoya Elmanyayê re axivî wiha got; “Ji bo êrîşeke bombeyî ya bi cûreyên biyolojîk ew ê bihata kirin, amadekariyên şênber hebûn. Ev tişt heta niha li Elmanyayê tiştekî wekî wê, pêk nehatiye.”