Polîsarîo biryara Trûmp a li ser Sehra Rojava şermezar kir

Eniya Polîsarîo ku li Sehra Rojava ya li bakurê rojava yê Efrîkayê li dijî Fasê ji bo serxwebûnê têdikoşe, biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a li ser naskirina serweriya Fasê ya li Sehra Rojava bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Ragihandinê ya Sehra Rojava de hate gotin, "Polîsarîo û hikumeta Sehra biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi tundî şermezar dikin ku bi biryara xwe hewl dide ya ku ne ya Fasê ye bike ya Fasê."

Trûmp ku wê di 20'ê Çileyê de Qesra Spî biterikîne, roja Pêncşemê biryarek li ser naskirina serweriya Fasê ya li ser Sehra Rojava wergirt. Rêveberiya Fasê jî bêyî dereng bikeve biryar da ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re normal bike.

Polîsarîo ragihand ku biryara Trûmp ji aliyê hiqûqî ve wê pirsgirêka Sehrayê neguherîne, ji ber ku civaka navneteweyî serweriya Fasê ya li ser Sehra Rojava nas nake.

Di daxuyaniyê dehate gotin, "Biryara Trûmp şertê Neteweyên Yekbûyî û pîvanên damezrîner ên Yekîtiya Efrîkayê binpê dike û li pêşiya hewldanên civaka navneteweyî yên ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ya navbera Komara Sehra û Qraliyeta Fasê astengiyeke."

Polîsarîo bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Efrîkayê kir ku ji bo dawî li "dagirkeriya li ser Sehra Rojava" bê anîn zextê li Fasê bikin.