Polîsan bi ser Dutsche Bankê de girt

Polîsan bi ser benqeya Alman a bi navenda Frankfûrtê Deutsche Bankê de girtin. Tê gotin bi çarçoweya lêpirsîna şofandina pereyan bi ser benqeyê de girtin.

Piştî agahiyên ku bi 'Paname Papers' derketin holê lêpirsîn li ser Deutsche Bankeyê de dest pê kir. Benqeya herî mezin a Elmanyayê tê sûcdarkirin ku 'bi mebesta ku pereyan bişofîne ji bo li bihişta bace şîrketan ava bike alîkariya bi mişteriyan''.

Li gorî daxuyaniya dozgeriyê bi kêmanî 2 xebatkarên komê bûne hedefa lêpirsînê. Bankayê daxuyaniyek da, piştrast kir ku tekilî Panama Papersê li gelek tesîsên wê lêpirsîn têne kirin.

Li gorî dozgeriyê nêzî 170 dadger, polîs û karmendên serwîsa bacê li lokalên bankayê yên li Frankfûrt,  Eschborn û Gross-Umstardtê dest bi lêgerînê kirin. Agahî hate dayin ku dema lêgerînê gelek belgeyên nivîskî û elektronîk hatine desteserkirin.