BI DÎMEN

‘PKK wê ti caran paşve gav neavêje’

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, şehîdên azadiyê û gelan pîroz kir û gotin, “Em ê heta dawiyê li şehîdan xwedî derbikevin û xeta wan bişopînin da ku heta serkeftin û azadiyê canê me jî bê xwestin em ê bidin.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê ji ANF'ê re axivîn.

‘PKK NASNAMEYA GEL E’

Yek ji gerîlayên YJA Starê Viyan Efrîn di despêka axaftina xwe de salvegera partiyê li Rêber Apo, şehîdên azadiyê û gel pîroz kir. Gerîla Viyan bal kişand ser giringiya avabûna PKK’ê û got, ‘’Beriya avabûna PKK’ê gelê Kurd di nava mirin û jiyanê de bû. Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd ji nûve zindî bû, xwe nas kir, hebûna xwe nas kir, bû xwedî hebûn, bû xwedî çand. Ev rastî ne tenê ji bo gelê Kurd jî îro di şexsê gelê Kurd de ev rastî ji bo giştî civakê derbasdar e.’’

‘PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E’

Gerîlayê HPG’ê Egîd Rojhilat îşaret bi xeta şehîdan kir û ev tişt got, ‘’PKK partiyeke şehîdan e. Dema heval Hakî Karer gihişt şehadetê Rêbertî biryar da ku PKK’ê ava bike. Lewra PKK hem partiyeke şehîdan e hem jî partiyeke tolhildanê ye. Em dibînin ku PKK 50 sal in li ser xwîna şehîdan mezin dibe. Her wiha nirxa herî mezin jî şehîd bi xwe ne. Em jî îro şopdarên wan in û li her devera Kurdistanê di xeta şehîdên xwe de şer û têkoşîna xwe bilind dikin. Li Metîna, Zap û Xakurkê li tunelên şer gerîla di nava şerekî dijwar de ye. Bi ruhê Hakî, Kemal û Mazlûman li hember dagirkeriyê şerê hebûn û azadiyê dide meşandin. Em bi biryar in ku di sala nû de em ê şerê xwe bigihînin astekî nû.’’

‘DI ŞEXSÊ ME DE YÊ ŞER DIKE GEL E’

Gerîlayê HPG’ê Rojger Serhed jî bilêv kir ku PKK ji sala 1978’an vir de di nava tekoşînekî bê hempa de şer dide meşandin û wiha pêde çû: “PKK despêkê di şexsê Hakî, Kemal û Mazlûman de bû hêzekî ji pola, îro jî mîlîtanên wekî Serxwebûn, Rizgar û Sara û Ruken, fedaiyên Apoyî Rojhat û Erdalan derbên herî giran li dagirkeran dide. Şehîd Serxwebûn dema got di şexsê me de yê şer dike gelê Kurd e, bal kişand wê rastiyê ku dagirkerên barbar dixwazin di şexsê gerîla de hêza gelê Kurd bişikînin. Em bawer in ku gelê me van peyamên gerîla fêm kir û li gorî wê jî xwe arasteyê têkoşînê kir. Em di van şertên herî giran de ji bo gelê xwe, ji bo fîzîkî azad kirina Rêberê xwe şer dikin. Zehmetî çi dibin bila bibin em ê ji berdêl dayinê nerevin û tekoşîna xwe teqez bigînin zaferê.’’

‘TI HÊZ NIKARE MORALÊ ME BIXÎNE’

Gerîlaya YJA Starê Çiyajîn Kotol a ji Rojhilatê Kurdistanê ye, li hember aqlê zilamê serdest berê xwe daye nava refên PKK’ê û di axaftina xwe de ji bo salvegera PKK’ê ku ji bo wê bûye wekî jiyanekî nû nirxandin dike. Gerîla Çiyajîn anî ziman ku ew di nava şerekî pir dijwar de ne û wiha peyivî: “Rojane li ser me êrîşên qirkeriyê hene. Xwezaya me tê şewitandin, kîmyasal li hember me tê şixûlandin. Lê em wekî tevgerekî şoreşger û mîlîtanên wê li hember van êrîşan ti caran moralên xwe naxînin. Salvegera partiyê ji bo me rojekî herî girîng e. Lewra em bi moral û coşekî mezin vê rojê pîroz dikin. Kes nikare li hember moral û coşa me bisekine ji ber ku em moral û coşa xwe ji heskirina xwe ya mezin a li hember Rêber Apo digirin. PKK hêza me ya serî rakirinê ye. PKK nahêle ku em serî bitewînin. Hêz û bawerî dide me ku em xwe li ser lingan bigirin, xwe jinûve ava bikin û tekoşîna xwe bilindtir bikin.’’

Gerîla Çiyajîn bal kişand ser çalakiya li Enqerê ya li hember TUSAŞ’ê ku ji aliyê fedaiyên Apoyî Rojger û Hêlîn ve hate pêkanîn û wiha got: ‘’Her du hevalên me carekî din hêza gerîla nîşanî faşîstên Tirk dan û bi sekna xwe gotin ku gerîla li her derî ye, gerîla û PKK ti caran têk naçe, PKK ti caran tine nabe. Em ê jî li pey van hevalan bi îdîa û armanca wan şer û tekoşîna xwe mezintir bikin.’’

‘EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN’

Yek ji gerîlayên HPG’ê Amed Farqîn jî bi coş û morala xwe ya mezin ve ji bo salvegera PKK’ê nêrînên xwe parve kir û ev tişt destnîşan kir: ‘’PKK ji bo me hemûya bû hebûnekî nû. Lewra beriya PKK’ê gelê Kurd wekî kesekî ku li ber mirinê di nava doşekê de be û tenê kevçîkî av li ber devî wê diket. Lê PKK’ê ew gelê ku li ber mirinê rakir, ew kir hêz, kir îrade. Rêber Apo bi fikir û felsefeya azadiyê ve ev gel perwerde kir û gihand astekî gerdûnî. Her wiha di vir de keda şehîdên me ku xwîn û xwihdana xwe dane ti caran divê neyê jibîrkirin. Şehîdên me rûmeta me ya azadiyê ne, xeta Mazlûman, Kemalan, çarên ku xwe şewitandin bi keda wan ewqas deskeftî çêbûn. Em ê jî heta dawiyê li wan xwedî derbikevin û xeta wan bişopînin da ku heta serkeftin û azadiyê canê me jî bê xwestin em ê bidin.’’