Piştî êrîşa li Manchesterê hejmara binçavkiriyan bû 11

Polîsê Îngiliz ku piştî êrîşa Manchesterê lêpirsîn dabûn destpêkirin, di nav vê çarçoveyê de 2 kesên din jî binçav kirin.

Di serdegirtina adrêsekê de ya li semta Cheetham Hill ku dikeve bakurê Manchesterê, teqîneke bi kontrol pêk hat. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê polîsan ve hatî dayîn, 2 kesên temenê wan di navbera 20-22 de hatine binçavkirin.

Piştî van binçavkirin hejmera kesên ku Qiralyeta Yekbûyî hatin binçavkirin bû 11 kes.

Li gorî bîlançoya dawî ya êrîşa şeva 22'yê Gulanê li salona konserekê ya Manchesterê 22 kes  mirine û 116 kes jî birîndar bûne. Ev komkujiya ku hatî kirin DAIŞ'ê girt ser xwe.

Şefê Antî-Terorê Mark Rowley ragihandin ku di lêpirsinê de pir bi pêş ve çûne û şebekeya ku êrîş pêk anîne heta bi radeyeke giring tasfiye kirine.

Salman Abedî yê êrîşa xwekuj pêk anî diyar bû ku ji Balafirgeha Ataturk derbasî Ewropayê bûye.

Tê zanîn ku êrîşên li Ewropayê pêk tên, piraniya wan li ser Tirkiyeyê re derbas dibin. Bi taybet kesên ku êrîşa Parîs, Bruksel û Rûsya pêk anîne ji Tirkiyê derketine.