Piştî êrîşa bi droneyan hêzên Îranê ketin nava liv û tevgerê

Piştî ku doh derengiya şevê bi 3 droneyan êrîşî kargeha Wezareta Parastinê ya Esfehanê ya Îranê hate kirin, hêzên Îranê li hinek cihan ketine nava liv û tevgerê.

Li gorî agahiyên hatin girtin, piştî şevê bihurî li bajarê Isfehan,Tebrêz û hin cihên din êrîşên droneyan li ser hinek navendên leşkerî yên Îranê hate kirin, teqîn pêk hatin. 

Piştî êrîşê li hinek deveran hêzên çekdar ên Îranê ketine nava amadekarî û liv û tevgerê.

Wezareta Parastinê ya Îranê li ser êrîşê daxuyaniyek dabû û gotibû ku saet 23: 30’î bi droneyan êrîş pêk hatiye û kargeha cebilxaneyê hatine hedefkirin. 

Heta niha têkildarî zerer û ziyanên êrîşê ti agahiyek nehatiye parvekirin.