Piraniya gelê Fînlandiyayê naxwaze tawîz ji Tirkiyeyê re bê dayin

Li gorî anketekê ku beriya civîna bilind a NATO'yê li Fînlandiyayê hate kirin, ji sedî 70 ê beşdaran gotin, "Eger li gorî daxwaza Tirkiyeyê bibe, em ê li ber endametiya NATO'yê rabin."

Li patexta Spanya Madrîdê îro civîna bilind a Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) destpê dike.

Yek ji xalên girîng ên civîna bilind, piştî mijara êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê, pêvajoya endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê û dijberiya Tirkiyeyê ye.

Dewleta Tirk di berdêla endametiya NATO'yê de ji herdu welatan dixwaze ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn bêhtir têbikoşin û ambargoya çekan a li ser wan rakin.

Beriya civîna bilind a li Madrîdê, li Fînlandiyayê anketek hate çêkirin û piraniya beşdaran gotin, ku divê tawîz ji Tirkiyeyê re neyê dayin.

Li gorî rojnameya Helsîngîn Sanomat ku yek ji rojnameyên sereke yên Fînlandiyayê ye, ji sedî 70 ê beşdaran gotin, "Divê tawîz ji Tirkiyeyê re neyê dayin. Eger bi dilê Tirkiyeyê be, hingî em ê bi erênî nêzî endametiya NATO'yê nebin."

Rêjeya beşdarên ku dixwazin daxwazên Tirkiyeyê bi cih bêne anîn tenê ji sedî 14 ye.

TENÊ ALÎGIRÊN PARTIYA NIJADPEREST PIŞTGIRIYÊ DIDIN TIRKIYEYÊ

Hate ragihandin ku piraniya kesên xwe dane aliyê Tirkiyeyê jî alîgirên Partiya Fînns a nijadperest e. Li gorî encameke din a anketê, Fînî her roj hîn bêhtir piştgiriyê didin endametiya NATO'yê.

Rêjeya Fîniyên ku daxwaza endametiya NATO'yê dikin, li gorî meha Gulanê ji sedî 6 zêde bû û gihîşt asta ji sedî 79'an.

Ji sedî 11 jî li ber endametiya NATO'yê radibin. Yên ku di vê mijarê de 'bê biryar in' jî di asta ji sedî 10'an de man. Li Fînlandiyayê alîgirên partiyên çep û sosyalîst piraniya wan kesan e ku li ber endametiya NATO'yê radibin.