Peymana YE'yê ya li ser penaberan bi cih nayê anîn

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji sala 2015'an û vir ve dike nake penaberan di nava xwe de nikarin parve bikin.

Sala 2015'an piştî ku dîktator Erdogan deriyên sînor ên Tirkiyeyê vekir, zêdeyî milyonek penaberan berê xwe dabûn welatên Yekîtiya Ewropayê û peyman hatibû çêkirin ku herî kêm 160 hezarê van penaberan di navbera 28 welatan de bên parvekirin.

Wezîrên Karê Hundir ên welatên Yekîtiya Ewropyê ku li Brukselê li hev civiyan, di mijara parvekirina penaberan de li hev nekirin. Hate ragihandin ku Elmanya û Fransa ji bo welatên ku naxwazin penaberan bigirin welatê xwe, pêşniyar kirine ku ev yek bê qebûlkirin. 

Li gorî nûçeya kovara Der Spiegelê, di navbera Wezîrê Karê Hundir ên Elmanyayê Horst Seehofer û yê Fransayê Christophe Castaner de lihevkirineke bi vî awayî hatiye kirin. Di pêşniyara her du wezîran de tê gotin ku welatên ku pêşniyar kirine di vê peymana penaberan de cih negirin û çareseriyên alternatîf pêşniyar kirine dikare li derveyî vê peymanê bên hiştin. 

Lê belê mijara ka wê ji van welatên ku pirsgirêk derxistine re di kîjan rewşê de rewşa îstîsna bê dîtin nehatiye zelalkirin. Li milê din tê ragihandin ku ji bo ev welat li derveyî Peymana Parvekirina Penaberan bimînin divê hejmareke têr a welatên Yekîtiya Ewropayê tevlî biryarê bibin. 

Li gorî Der Spîegelê di Peymana Parvekirina Penaberan de yek ji astengiyên li pêşiya çareseriya parvekirina penaberan jî ew e ku serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel e ku wê bi xwe pêşniyara parvekirina penaberan kiribû. 

Parvekirina penaberan di serî de Macarîstan, endamên yekitiya Ewropayê yên Ewropaya Navîn û û Ewropaya Rojava li dijî vê peymanê derdikevin.