Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser koçê li ber îmzekirinê ye

Li bajarê Marakeş ê Fasê di konferansê de wê peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo çareseriya gerdûnî ya pirsgirêka koçberiyê bê îmzekirin. Gelek serokdewlet îro çûn Fasê.

Konferansa Neteweyên Yekbûyî, îro li bajarê Marakeş ê Fasê dest pê dike û wê du rojan dewam bike. Di konferansê de wê peymana bi navê "Pakta Global a ji bo Koça bi Pîvan, Rêkûpêk, Ewle" bê îmzekirin. Neteweyên Yekbûyî, ev peymana ku 34 rûpelan pêk tê, beriya niha ji 193 welatên endam re şandibû ji bo îmze bikin.

Ev peyman ji hêla gerdûnî ve weke yekemîn peymana li ser koçberiyê tê dîtin û ji 23 armancên hevpar pêk tê. Peyman, li aliyekî balê dikişîne ser têkoşîna koçberiya li derveyî qanûnan, li aliyê din jî diyar dike ku penaberî mafek e. Peyman bi kurtasî 'penaberiya bi ewle, rêkûpêk û bi kontrol' dipeyitîne.

Heta niha 190 endamên Neteweyên Yekbûyî eşkere kirine ku wê mohra xwe deynin binê peymanê. Lê belê welatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Awûstûrya, Awûstûralya, Îtalya, Polonya, Şîlî, Îsraîl, Çekya, Komara Domînîk, Estonya û Macarîstanê eşkere kirin ku wê peymanê mohr nekin. Nîqaşên derbarê peymanê de herî dawî bû sebeb ku hikumeta Belçîkayê belav bibe.

WÊ HERÎ KÊM WÊ 180 WELAT JI PEYMANÊ RE BÊJIN 'ERÊ'

Lê belê li gel nerazîbûnên DYA û hinek welatên Ewropaya Rojava, tê payîn ku peymana li konferansê bê nirxandin û pejirandin. Her wiha  tê payîn ku 180 welat mohra xwe deynin binê peymanê. Ji bo ku  welatên endamên Neteweyên Yekbûyî di asta wezaretan de beşdarbûn çêbe, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî çû Fasê.