Peymana nukleer: Di navbera zext û sabotajê de muzakereyên rizgarkirinê

Di navbera Îran û îmzevanên din ên peymana nukleerê de li Viyanayê muzakere tê kirin. Di dema hevdîtinê de li fabrîkeya xurtkirina ûranyûmê ya Natanzê de bombe teqiya. YE mafên mirovên bi bîr anî û zext kir.

Ji bo rizgarkirina peymana di navbera Îran, DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Kraliyeta Yekgirtî û Elmanyayê de li Viyanayê muzakere tê kirin.

DYE di sala 2018’an de yekalî ji peymanê vekişiyabû û dest bi zextan kiribû. Îranê jî salek piştre dest bi sekinandina qewlên xwe kiribû.

Roja Duşemê li fabrîkeya xurtkirina ûranyûmê ya Natanzê de teqînek çêbûbû. Di teqînê de gelek santrîfujan xisar dîtine. Rêveberiya Tehranê Îsraîl kir berpirsê vê teqînê. Wezîrê Karê Derve Cevad Zarîf diyar kir ku piştî demeke kurt wê santrîfujên baştir bi cih bikin. Li gorî Îranê armanca vê êrîşê sabotekirina muzakereyên li Viyanayê ye. Wezareta Karê Derve ya Îranê diyar kir wê di demeke guncav de tola xwe bistînin.

Dema ku muzakere didomiya, Yekîtiya Ewropayê jî gavek avêt. YE roja Duşemê hinek zextên din eşkere kir. Heşt berpirsên hêzên ewlekariyê yên ji bo sekinandina çalakiyên di Mijdara 2019’an de kir hedef.

Rûsyayê diyar kir ku heke DYE vegere wan hesabê xwe kirine ku bila peyman bidome.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di serdana xwe ya Tehranê de got ku “Em bawer in ku em ê karibin peymanê rizgar bikin û wê Washîngton vegere ser pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî.”

Lavrov bang kir ku bila DYE zextên xwe rake û nerazîbûn nîşanî biryara zextan a Yekîtiya Ewropayê da. Lavrov got “Di nav YE de tu koordînasyon tune, haya wan ji hev tune. Heke ev biryar di dema muzakereyên Viyana de hatibe stendin, ji sûc wêdetir ê şaşiyeke mezin e.”