Peymana DYE-Ûkraynayê: Li gorî Moskowayê tenê ‘parçeyekî kaxezê ye’
Di navbera DYE û Ûkraynayê de peymaneke ewlehiyê ya ji bo 10 salan, hate îmzekirin. Moskowayê diyar kir ku ti aliyekê rast ê vê peymanê tune ye, tenê ‘parçeyekî kaxezê ye’.
Di navbera DYE û Ûkraynayê de peymaneke ewlehiyê ya ji bo 10 salan, hate îmzekirin. Moskowayê diyar kir ku ti aliyekê rast ê vê peymanê tune ye, tenê ‘parçeyekî kaxezê ye’.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova ji bo peymana ewlehiyê ya di navbera DYE û Ûkraynayê de, wiha got: “Ya rastî, tenê parçeyên kaxezê ne.”
Zaharova ev tişt jî got: “Ev peyman ne tiştek in, ti nirxekî wê yê hiqûqî nîne.”
Ûkraynayê di mehên borî de Fransa û Qraliyeta Yekgirtî jî di nav de, bi gelek welatên Rojavayî re peymanên ewlehiyê îmze kir. Rojava Pêncşemê jî bi DYE û Japonyayê re jî peymanên ewlehiyê îmze kirin.
Ev belge di esasê xwe de ji bo dewamkirina alîkariya madî û leşkerî ya demdirêj a li dijî êrîşên Rûs, hatin îmzekirin.