Peymana Brexîtê nehate qebûlkirin
Peymana derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) li parlamenta Îngilîstanê di dengdanê de hate redkirin.
Peymana derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) li parlamenta Îngilîstanê di dengdanê de hate redkirin.
Peymana ku di navbera Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May û Yekîtiya Ewropayê de hate amadekirin, doh li parlamenta Îngilîstanê pêşkêşî dengdanê hate kirin. 202 parlamenteran dengê 'erê', 432 parlamenteran jî dengê 'na' dan û bi vî rengî peyman hate redkirin.
Kamara Avamê beriya niha li ser hikumetê ferz kiribû ku eger peyman neyê qebûlkirin divê di nava sê rojan de plana xwe ya B eşkere bike.