Pêvajoya li Senatoyê bi dengê komargeran tê astengkirin

Pêvajoya doza ezilkirina Serokê DYE'yê Donald Trûmp li Senatoyê dest pê kir. Di rûniştina roja destpêkê de Komargeran pêşnûmeya Demokratan red kirin.

Piştî ku eşkere bû Donald Trûmp ji bo hevrikê xwe yê ji Partiya Demokrat Joe Bîden tengav bike bi Ûkraynayê re bazarî kiriye, Partiya Demokrat der barê wî de dest bi pêvajoya ezilkirinê kiribû.

Meclîsa Nûneran ku yek ji du beşên Kongreya Emerîkayê ye û piraniya endamên wê demokrat in, pêvajoya ezikirina Trûmp pejirandibû. Lê belê pêwîstî pê hebû ku ji bo temambûna vê pêvajoyê Senato jî bipejirîne ku Komarger lê serdest in.

PÊŞNÛME HATE REDKIRIN

Di roja destpêkê ya rûniştinên Senatoyê de li ser pêşnûmeyê dengdan hate kirin. Lîderê koma Partiya Demokrat a li Senatoyê Chûck Schûmer du pêşnûme pêşkêş kir, lê bi dengê Komargeran hatin redkirin.

Hin Senatorên Komarger bi tundî Trûmp rexne bikin jî, Komarger hemû bi rengekî blok li gel Trûmp disekinin. Di her du dengdanên roja destpêkê de 53 senatorên Komarger hemûyan dengê 'Na' dan.

Qonaxa ji niha û pê ve ya pêvajoya ezilkirina Trûmp wê bi îdîa û parastinên Demokrat û Komargeran dewam bike. Lê belê redkirina delîlên li Meclîsa Nûneran di dema lêpirsînê de hatin komkirin jî di rojevê de ne.