Pêşnûmeya DYA'yê ya li ser Hamasê nehate qebûlkirin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo mehkûmkirina Hamasê ku Xezayê kontrol dike, pêşnûmeyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Pêşnûme nehate qebûlkirin.

Pêşnûme li civata giştî ya NY'ê bi piraniya dengan nehate qebûlkirin.

Di pêşnûmeya DYA'yê de hate îdîakirin ku Hamas rêxistineke şîdetê ye û metirsî ye li ser jiyana sivîlan.

Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, bi dengdanê daxwaza DYA'yê hate redkirin. Beriya dengdanê, Qûweytê pêşniyar kir ku ji bo qebûlkirina pêşnûmeya DYA'yê, divê şertê dengê du ji sê paran hebe. Û ev pêşniyar Qûweytê qebûl bû.

Hamasê piştî dengdanê daxuyaniyek da û îdîa kir ku Neteweyên Yekbûyî sîle avêtiye DYA'yê.

El Fetîhê jî bi daxuyaniyekê destek dabû Hamasê.