Pêşniyara 'Penaber bila salekê xizmetê ji dewletê re bikin'

Sekretera Giştî ya CDU Annegret Kramp-Karrenbauer, ji bo xurtkirina ahengiya penaberan a li nava civaka Elman, pêşniyar kir ku penaber salekê xizmetê li qadên cemaweriyê bikin.

Nîqaşên li Elmanyayê yên li ser penaber û koçberan ku dema dawî zêde bûn, gihîştin qonaxeke nû. Hikumeta Merkel hewl dide deriyên welatê xwe li penaberên nû bigire. Partiya Merkel Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a li desthilatdariyê pêşniyareke nû kir.

Annegret Kramp-Karrenbauer ku meha Sibatê ji bo Sekreteriya Giştî ya CDU hate hilbijartin û li şûna Serokwezîr Angela Merkel tê amadekirin, xwest ku penaber ji bo salekê xizmetê ji dewletê re bikin. Kramp-Karrenbaûer ji rojnameyên Koma Medya ya Funke re axivî û îdîa kir ku xizmeta li qadên cemaweriyê wê pêvajoya ahengiya penaberan xurtir bike.

Siyasetmedara demokrat a xiristiyan pêşniyar kir ku ev xizmet dikare mecbûrî ya jî bi dilxwazî be û gotina xwe anî ser wê yekê ku ev mijar di nava partiya wê de bi berfirehî tê nirxandin. Kramp-Karrenbauer diyar kir ku gelek kesên nava CDU alîgirê wê yekê ne ku hem mêr hem jî jin tevlî pêvajoya xizmetê bibin û got, "Piştî vê xizmetê, civak wê hîn bi xurtî penaberan qebûl bike."

'DIVÊ HER KES XIZMETÊ JI DEWLETÊ RE BIKE'

Rêvebera CDU Kramp-Karrenbauer da xuyakirin ku xizmeta ji dewletê re ne tenê wezîfeya welatiyên Elman e, karê her kesên li welêt in û got, "Bi dîtina min, xizmeta ji welêt re wê derdorên cuda yên li nava civakê hîn bêhtir bi hev ve girê bide." Siyasetmedara CDU îdîa kir ku ev pêşniyar divê bi ti awayî serdema Nazî nîne bîra mirovan.

Li Elmanyayê çend roj berê nîqaşa li ser leşkeriya ji neçarî ji nû ve dest pê kiribû. Leşkeriya ji neçarî sala 2011'an hatibû rakirin. Li gorî lêkolînên li nava raya giştî 55 ji sedî yê Elmanan alîgirê leşkeriya ji neçarî ne.