Pêşî li komkujiya heywanên divê bên parastin nayê girtin

Li gelemperiya cîhanê, her sal bi deh hezaran heywanên divê werin parastin, tên kuştin. Ji sala 2009'an û vir ve bi sedan dildarên parastina jiyana xwezayî hatin kuştin.

Bi deh hezaran heywanên ku hejmara wan roj bi roj kêm dibin, bi taybetî kergedan, fîl û piling bi rengekî komî tên kuştin.

Tê texmînkirin, ku li tevahiya cîhanê bazareke qaçaxçîtiyê ya bi buhayê 15 heta 20 mîlyar dolarî heye. Di vê bazarê de herî zêde kergedan, fîlên Afrîkayê û pilingên Asyayê dibin hedef. Tê gotin, piştî bazirganiya çekan, mirovan, sextekarî û narkotîkê, komkujiya heywanan cûreyê pêncemîn ê qeçaxçitiyê ye ku herî zêde 'bi qezenc' e.

Heywanên ku ji aliyê şebekeyên sûc ên navneteweyî ve bi rengekî 'organîzeyî' tên kuştin, li welatên Ewropa, Bakurê Amerîka û başûrê rojhilat ê Asyayên tên firotin.

XETERÎ HERÎ ZÊDE LI SER FÎL, KERGEDAN Û PILINGAN HEYE

Li gorî lêkolînan, kergedanên Afrîkayê ku tê texmînkirin hejmara wan 25 hezar e, her sal 1000 jê ji aliyê nêçirvanan ve tên kuştin. Toza ji qiloçê kergedanên Afrîkayê tê peydakirin, ji bo armancên tibî tê bikaranîn. Kîloyek ji vê tozê bi 50 hezar dolarî tê firotin.

Fîlên Afrîkayê jî ku hejmara wan 500 hezar e, salane bi qasî 25 hezar jê tên kuştin. Tê texmînkirin, ku kîloyekî diranê fîlên Afrîkayê bi 1000 Euro tê firotin.

Yek ji cûreyên heywanan ku tevî bangên navneteweyî û qedexekirinê jî dike nake nikare ji komkujiyan rizgar bibe, pilingê Asyayê ye. Hejmara wan daketiye 3 hezar û 200'î. Tê texmînkirin ku ji bo çerm û hestiyên wan her sal bi qasî 110 ji van pilingan tên kuştin.

DI NAVA 8 SLAN DE 565 PARÊZVANÊN XWEZAYÊ HATIN KUŞTIN

Ji bo pêşî li van komkujiyan bigirin, gelek kes bi dildarî yan jî ji aliyê dewletan ve tên wezîfedarkirin. Lê belê ev parêzvanên xwezayê jî dibin qurbaniyên van komkujiyan. Li gorî nirxandina saziya bi navê Înternatîonal Ranger Federatîon, di navbera salên 2009-2013'am de 565 kesên ku jiyana xwezayî diparastin, ji aliyê rêxistinên sûc û nêçirvanan ve hatin kuştin.