Pergala Tenduristiyê ya Îngilistanê li ber têkçûyînê ye

Li gor bijîşken Îngilîz, ji ber derneketina ji heq a pergala tenduristiyê, jiyana bi hezaran kesan li seranserê welêt dikeve xeteriyê. Ji ber ku hikûmeta Sunak çareseriyeke mayînde nedît, xebatkarên tenduristiyê biryar da ku dest bi grevê bike.

Xizmeta Tenduristiyê a Navneteweyî (NHS) ku nexweşxaneyên dewletê û bijîşkên malbatan li Îngilistanê girêdayê wê ne, tu car rû bi rûyê krîzeke wiha nebûye.

Sendîka û yekîtiyên bijîşkan hişyar kir ku heke NHS xizmeta tenduristiyê têr baş neke wê sibehê roj hefteyê 500 kes jiyana xwe ji dest bidin û bang li hikûmetê kir ku demildest çareseriyekê bibînin.

Serokê Royal College of Emergency Medicineê Dr. Adrîan Boyle ku bi rojnameya Gûardîanê re axivî, got: “Di beşên ambûlans û lezgîn ê ên nexweşxaneyan de heta niha bijîşk tu car ewqas nesekinîne. Bi taybetî ji ber betlaneya sersalê ji ber sekinîna zêde gelek kesan jiyana xwe ji dest da.“

Dr. Boyle diyar kir ku meha Kanûnê ji ber zêdebûyîna nexweşên Covîd û şewbeyê nexweşxane tije bûne û destnîşan kir ku heke pirsgirêken pergala tenduristiyê çareser nebin wê sibehê roj, rojê 300-500 kes jiyana xwe ji dest bidin.

QEWILÊ MAYÎNÊ LI BEŞÊ LEZGÎN 12 SAET IN

Li gor medyaya Îngilîz li Bakurê Îrlandayê jî pergala tenduristiyê li ber têkçûyînê ye. Gelek nexweşxaneyên li Belfastê ji xebatkarên xwe xwestiye ku destûra xwe nîvco bihêlin û biçin ser karê xwe.

Hat zanîn ku hin nexweşxane jî nexweşên rewşa wan ne giran be dişînin malê.

Serokwezîrê milyarder Rîshî Sûnak rexneyên berpêyî pergala tenduristiyê wek neheqî dibîne. Sûnak, di daxuyaniya xwe ya dawîn de îdia kir ku krîza pergala tenduristiyê ji ber şewbeyê û wê pirsgirêk di demeke nêz de çareser bibin.