Pêkutiya diyarkirina xebatkarên dîplomasiyê ya Rûsyayê ya li ser DYA'yê
Rûsya pêkutiyê li ser DYA’yê dike ku bila xebatkarên xwe yên dîplomasiyê kêm bike.
Rûsya pêkutiyê li ser DYA’yê dike ku bila xebatkarên xwe yên dîplomasiyê kêm bike.
Piştî zextên DYA’yê yên li ser Rûsyayê ya têkildarî şîrketên enerjiyê, rêveberiya Moskowayê jî biryar stendibû ku bila DYA hejmara xebatkarên dîplomasiyê 755 kesan kêm bike. Bi giştî 1200 xebatkarên dîplomasiyê yên DYA’yê hene.
Rûsya îro daxuyanî da û xwest ku DYA navê kesên ku divê dersînor bibin bila diyar bike. Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku, divê DYA biryara kesan bide.
Ji sala 2013’an û vir ve ji xeynî sefaret û konsolosxaneya DYA’yê ya li Moskowayê li St. Petersbûrg, Yekaterînbûrg, Vladîvostokê nêzî 1279 xebatkar hene. Wê çaxê hejmara dîplomatan 301 bû û nêzî 934 hemwelatiyên Rûsyayê jî li van nûnergehan di karên teknîkî de dixebitîn.