Pekîn: Eger Pelosî serdana Taywanê bike wê DYE berdêla wê bide!

Hikumeta Çînê hişyarî da ku eger Seroka Meclîsa Nûneran a DYE'yê Nancy Pelosî serdana Taywanê bike, wê Washîngton 'berdêla vê yekê bide'.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Hûa Chûnyîng daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji encamên serdana Pelosî wê "Teqez DYE berpirsyar be." Chûnyîng got, "Wê neçar bimîne ku berdêla êrîşên li ser ewlehî û serweriya Çînê bide."

Nancy Pelosî di beşa duyemîn a tûra li Asyayê de roja Sêşemê gihîşt Malezyayê. Piştî Sîngapûr û Malezyayê, tê payin ku derbasî Koreya Başûr û Japonyayê bibe. Serdana Pelosî ya li Taywanê hînê nehatiye piştrastkirin. Lê belê bi rojane têkildarî serdaneke bi vî rengî ya gengaz rageşî heye.

Pekîn girava Taywanê weke parçeyek ji xaka xwe dibîne û dibêje, "Ji bo vê eger pêwîstî pê çêbibe wê zorê jî bi kar bînin."

Berdevkê Qesra Spî John Kîrby anî ziman ku mafê Pelosî heye serdana Taywanê bike û îdîa kir ku ti sedem nîne ku Pekîn vê serdanê bike sedema 'krîzê'.

Li gorî piraniya çavdêran, ev rageşî wê nebe sedema şerekî çekdarî di navbera welatan de. Wezareta Parastinê ya Taywanê roja Sêşemê diyar kir ku li dijî gefên Çînê ew 'bi biryar in' ku giravê biparêzin.