Payebilindên Bakur û Başûrê Koreyê li hev rûniştin

Ji bo alozî û rageşiya navbera Koreyên Bakur û Başûr bê kêmkirin, li Pyongyangê hevdîtin hatin kirin.

Li gorî nûçeyeke ajansa fermî ya Koreya Bakurê (KCNA), heyetek ji Koreya Başûr bi Serokdewletê Koreya Bakur Kîm Yong Un re rûniştiye.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku heyeta ji Koreya Başûr hatiye ji 'rayedarên payebilind' pêk tê. Hate gotin, bi van hevdîtinan re hatiye xwestin ku rageşiya navbera her du welatan bê kêmkirin û 'aştî û aramî' werin parastin.

Koreya Başûr malovaniyê ji olîmpiyatên zivistanê re dike. Li ser vexwendina koreya Başûr, sportvan û heyetên ji Koreya Bakur çûn Seulê.