Paşînyan: Rûsya çeken ku pereyê wê hatiye dayîn nade

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, bertek nîşanê wê yekê da ku Moskowa tevî ku pere hatiye dayîn jî çekan radest nakin

Tevî ku Ermenistan û Rûsya ji kevneşop ve hevalbendên hev in, piştî ku Azerbeycanê di meha Îlonê de herêma Qerebaxê bi awayekî leşkerî dagir kir, têkiliyên di navbera her du welatan zêdetir xirab bûn.

Dema ku Erîvan Moskovayê rexne dike ku di derheqê pêşîgirtina vê êrîşê tiştek nekiriye, ji dema dagirkirinê vir ve li hember Rûsyayê bertekên xwe didomîne.

Nîkol Paşînyan bale kişand ser "pirsgirêka radestkirina çek û kelûpelên ku ji bo wan pere dane".

Paşînyan di axaftina xwe ya li televîzyonên Ermenîstanê de diyar kir ku tevî ku pere hatiye dayîn jî wan çek negirtine û diyar kir ku "ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê" muzakere dewam dikin.

Paşînyan bal kişand ser şerê Ukraynayê ku ev nêzî 2 sal in dewam dike û wiha got: "Em dizanin ku pêdiviya Rûsyayê bi xwe bi çekan heye."

Di vê hefteyê de, Ermenistan beşdarî civîna bilind ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (CSTO) nebû, ku hevpeymaniya leşkerî ya ku ew endamê wê ye û Rûsya serperiştiya wê dike.

Kremlînê nerazîbûna xwe ji vê re rewşê nîşan da. Ermenistana ku beriya êrîşa li Qerebaxê nîşaneyên navber dayînê diyar kiribû, niha jî xwe nêzî Rojava dike.

Di destpêka meha Cotmehê de, Kremlin got ku ‘’tiştekî baştir’’ ji hevalbendiya Êrîvanê û Rûsyayê nîne.