Paşînyan: Eger em hin gundên stratejîk nedin Azerbaycanê wê şer destpê bike

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyanî got, eger di mijara îadekirina hin gundên Erîvanê de yên stratejîk ên ji bo Azerbaycanê lihevkirinek pêk neyê, wê şer destpê bike.

Paşînyanî roja Duşemê bi welatiyên gundên sînorî yên li herêma Tavûş a li bakurê Ermenistanê re civînek pêk anî.

Ev gund ji salên 1990’î destpêka şerê di navbera her du welatan de û heya niha ev 30 sal in, di bin kontrola Ermenistanê de ne.

Li gorî ajansa TASS’ê, dîmenên civînê ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve hatine weşandin.

Beriya niha Paşînyanî bi awayên cuda anîbû ziman ku ew amade ne gundên ji aliyê stratejîk ve ji bo Êrîvanê girîng in, bidin Azerbaycanê. 

Azerbaycan ji bo lihevkirineke aştiyê ku wê pevçûnên li herêma Qerebaxê bi dawî bike, îadekirina xaka xwe weke pêşemerc pêşkêş dike. 

Her du welatan jî destnîşan kirin ku dixwazin lihevkirineke aştiyê ya fermî pêk bînin lê belê livehkirina aştiyê ji ber herêma sînorî ya ku ji aliyê her du welatan jî gelek leşker lê hatine bicihkirin,  pêk nayê.