Partiya rastgir a tund biryara 'Dexît'ê da!

Partiya neteweperest populîst a rastgir a li Elmanyayê AfD'ê, 'Dexît' ku tê wateya derketina Elmanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê, li nava bernameya xwe ya hilbijartinê bi cih kir.

Partiya rastgir a tund Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ku dema dawî li Elmanyayê dengê xwe zêde kir, li bajarê Rîesa yê li rojhilatê Elmanyayê kongreya xwe ya federal pêk tîne. Kongre bi beşdariya 500 delegeyan li ber xwepêşandanên protestoyî dest pê kir. Tê payin ku kongre îro biqede.

AfD ku ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewroayê namzetên xwe û bernameya xwe amade dike, xwe amade dike ku herî kêm 20 wekîlan bişîne Parlamenta Ewropayê. AfD ku bi dijberiya xwe ya li koçberan û Îslamê tê naskirin, di kongreya xwe de pêşniyar kir ku daxwaza derketina Elmanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Dexît) bixe nava bernameya xwe ya hilbijartinê.

Di pêşnûmeyê de ku pêşkêşî kongreyê hate kirin, wiha tê gotin: "Di nava 5 salan de eger reformên tên xwestin bi cih neyên anîn, divê Elmanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, careke din li pereyê xwe yê neteweyî vegere û Parlamenta Ewropayê veguherîne desteyeke ji 100 delegeyî."

Piştî nîqaşên li kongreyê hatin kirin, dema ji 5 salan a ji bo 'Dexît'ê ji pêşnûmeyê hate derxistin û pêşnûme pêşkêşî dengdanê hate kirin. Di pêşnûmeyê de gotina "Eger Yekîtiya Ewropa veneguhere civata aborî û berjewendiyan, divê Elmanya jê derkeve' hate bicihkirin û pêşnûme hate qebûlkirin. Her wiha pêşniyara ku dixwaze Parlamenta Ewropa were betalkirin û veguhere desteyekê, hate qebûlkirin.

AfD'ê mohra xwe li hilbijartinên giştî yên Îlona 2017'an xistibû. AfD ku rêjeya dengê wê li binê 5 ji sedî bû, ji nişka ve dengê xwe kir 13 ji sedî û cihê xwe li meclîsa federal girt.