Partiya Pûtîn li herêmên desteserkirî serketina xwe ragihand

Komîsyona Hilbijartinê ya Rûsyayê ragihand ku li herêmên Ûkraynayê yên hatine desteserkirin di hilblijartinê de partiya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji sedî 70 ê dengan wergirtiye û bi ser ketiye.

Komîsyona Hilbijartinê ya Rûsyayê diyar kir ku li herêmên Zaporîjya, Herson, Donetsk û Lûhanskê yên Ûkraynayê ku hatine desteserkirin, ji roja Înê heta Yekşemê sê rojan hilbijartin hatiye kirin û di encamê de jî partiya Rûsya ya Yekbûyî bi ser ketiye.

Li gorî çavdêrên siyasî Moskowa hewl dide dagirkeriya li herêmên rojhilat û başûr bi rêya hilbijartinê rewa bike.

Herêmên navborî ji hin aliyan ve di bin kontrola Rûsyayê de ne. Li gel nerazîbûna li qada navneteweyî jî di Îlona 2022'an de referandûm lê hatibû kirin.

Kîev û hevalbendên wê ragihandin ku hilbijartin 'ne qanûnî' ne û şermezar kirin. Li welêt şer hîn jî dewam dike û Ûkraynayê diyar kir ku wan dest bi êrîşa dijber kirine.

Hilbijartin ji bo hilbijartina walî, wekîlên herêmê û meclîsên şaredariyan hate kirin. Encamên hilbijartinê jî surprîz nebû.

Ev hilbijartin beriya wan hilbijartinan hate kirin ku wê karibe Vladîmîr Pûtîn heta sala 2030'î li ser desthilatdariyê bihêle. Tê payin ku hilbijartinên Serokatiyê di destpêka sala 2024'an de bê kirin.