Partiya Komunîst ji Pûtîn re got: Dev ji reşkirinê biqere

Partiya Komunîst a Rûsyayê xwest ku kampanyaya reşkirinê ya li dijî namzetê seroktiyê bi dawî ibe. Partiya Komunîst got kampanya li Qesra Kremîlê tê rêvebirin û helwest nîşan da.

Di nameya vekirî de hate gotin, ‘’Desthilatdarî divê kesên devbelaş ên medyayê bêdeng bike û mafê hilbijartina azad bide welatiyan.’’

18’ê Adar êli Rûsyayê hilbijartin hene. Namzetê surprîz ê komunîstan Pavel Grûdînin ev bi heftiyan e ku dibe mijara nûçeyên negatîf ê çapemeniya alîgirê Kremlînê. Medyaya alîgir a Pûtîn Grudînin bi wê tawanbar dike ku li derî welat hesabê wî yê bankayê heye û xwedî mal û milk e.

Grudînin her wiha karsazek e û di ankêtan de di rêza duyan de ye, lê dîsa jî gelekî li paş Pûtîn de. Di ankêtan de Grudînin 7 ji 100’î û Pûtîn jî 70 ji 100’î xuya dike.

Partiya Komunîst dibêje li dijî Grudînin ji hêla dewletê ve ‘kapmanyaya organîze ya reşkirinê’ heye û got 60 ji 100’î yê nûçeyan ku ji Çile ve weşiyan e negatîf in.