Partiya Komunîst a Fransayê ji bo Leyla Guven bang kir

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) diyar kir ku Leyla Guven a di greva birçîbûnê di nava ‘mirin û jiyan’ de ye û banga ketina tevgerê li Fransa , Yekîtiya Ewropa û welatên din kir.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Tirkiye û tevayî Ewropa belav dibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li Amedê girtî di nava mirin û jiyanê de ye. PCR bang li Fransa û hikûmetên Yekîtiya Ewropa dike ku rewşa Leyla Guven û Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê bipirsin. Binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeya ku ji aliyê Serokkomar Recep Tayip Erdogan ve tê birêvebirin bûye wekî qanûnan.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin; “Li Tirkiyeyê parastina girtiyên siyasî, nerazîbûna li dijî şert û mercên têde ne û piştevaniya xwe ya ji bo gelên Tirkiye û alîgirên aşitî û demokrasiyê didin diyar kirin. PCF, divê Leyla Guven demildest were berdan û piştevaniya xwe ya bi çalakgerên gerevên birçîbûnê re dubare dikin.”