Partiya Keskan a Ewropayê: Em vê dagirkeriya leşkerî şermezar dike

Hevserokên Partiya Keskan a Ewropayê Monîca Frassonî û Reînhard Butîfoker, ji bo êrîşên dewleta Tirk gotin dagirkerî û bi tundî şermezar kirin.

Hevserokan bi daxuyaniyeke nivîsî gotin ku “Em dagirkeriya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin.”

Hevserokên Partiya Keskan a Ewropayê Monîca Frassonî û Reînhard Butîfoker di daxuyaniyê de gotin ku “Ev êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî ye û li hemberî QSD’ê îxaneteke mezin e. Ji ber ku QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê şerekî mezin kir.

Heke Ewropa li dijî van êrîşan helwesteke xurt nîşan nede wê Ewropa jî têkeve rîskê.  Ewropa ji bo sekinandina vê êrîşê, ji bo ku nehêle ku ev krîz li herêmên din jî belav bibe û ji bo agirbestê divê derfetên xwe bi kar bîne.”