Partiya Çep a Elman xwest, zextên li ser Tirkiyeyê bên zêdekirin

Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) xwest, ji bo rojnamevan Denîz Yucel ê li Tirkiyeyê girtî ye, hikumet zextên xwe yên li ser Enqereyê zêde bike.

Nûçegihanê rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel 14'ê Sibata 2017'an hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Nêzî saleke li Girtîgeha Sîlîvriyê ye. Der barê wî de hê gilîname jî nehatiye amadekirin.

Cîgira Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Çep Heîke Hansel bersiv da pirsên ajansa nûçeyan EPD û nerazîbûn nîşan da, ji ber ku di peymana koalîsyonê ya navbera Serokwez3ır Angela Merkel û SPD'ê de li ser firotina çekan gotineke bi tenê jî nehatiye nivîsandin.

Hansel got, "Ji bo dawî li polîtîkaya dîlgirtinê ya Tirkiyeyê were anîn, divê êdî di mijara firotina çekan û vîzeyê de hîn bêhtir zext bên kirin."

Hansel ku doza werger û rojnamevana welatiya Elman Meşale Tolû şopand got, dozên heyî dozen siyasî ye.

Hansel got, "Eşkere ye biryara dadgehan ne di destê dadgehan de ye. Biryar li cihekî din tê dayin."