Parlementoya Îngîlîz hate sekinandin, mûxalefetê got ‘derbe’ ye

Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johson diyar kir ku parlemento ji hefteya duyemîn a Îlonê heta 14’ê Kewçêrê wê were sekinandin. Vê rewşê îxtîmala Brexîtê xurt kir.

Sekinandina parlementoyê bû sedem ku pereyê Îngîltereyê li hemberî eûro û dolar 1 ji sedî kêm bibe. Mûxalefetê diyar kir ku ev hewldan ji bo astengkirina hewldanên ji bo rawestandina Brexîta bê lihevkirinê ye. Borîs Johnson jî ji kanala televîzyonê ya Sky’ê re axivî û ev arguman red kir.

Tê payîn ku parlemento roja Sêşemê were vekirin. Lê ji 10’ê Îlonê heta 14’ê Kewçêrê beriya ku xebat were sekinandin wê çend roj hebin ku parlementer bixebitin.

Parlementoya Îngîlîz ji ber konferansên salane yên partiyên siyasî xebatên xwe di meha Îlonê de çend hefteyan dide sekinandin lê ji ber ku ev dema heta meha Kewçêrê tê dirêjkirin, mûxalefet diyar dike ku ev gaveke dijî demokrasiyê ye.

Alîkarê Serokê Partiya Karkeran Laboûr li ser twîtterê daxuyanî da û got ku “Ev çalakî li dijî demokrasiya me tevgereke skandal e.” Serokê koma serbixwe û parlementerê berê yê mûhafazakar Anna Soûbry jî diyar kir ku serokwezîrekî xedar gefan li demokrasiyê dixwe.

Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon jî got ku “Borîs Johnson ji bo ferzkirina Brexîtê dixwaze parlementoyê bigire. Heke parlementer neyên ba hev û vî tiştî nedin sekinandin wê ji bo demokrasiya Îngîlîz ev rojeke reş be.”

Borîs Johson jî diyar kir peyman tunebe jî heta 31’ê Kewçêrê ew amade ne ji Yekîtiya Ewropayê derkevin.