Parlementerên Swêdê li dijî dagirkeriyê bang kirin

17 parlementerên Koma Hevgirtina Kurdan ên di Parlementoya Swêdê de, daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê wê herêmê bê îstîkrar bike.

17 parlementerên Koma Hevgirtina Kurdan ên di Parlementoya Swêdê de, daxuyaniyeke hevpar weşandin. Parlementeran diyar kirin ku “Vê operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê destkeftiyên li dijî DAÎŞ’ê dixe metirsiyê.  Di heman demê de vê êrîşa Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Parlementer Fredrîk Malm, Gulan Avci, Roza Guçlu Hedîn, Lawen Redar, Kadîr Kasirga, Serkan Kose, Leîf Nysmend, Mathîas Tegner, Margareta Cederfeld, Amîneh Kakabaveh, Desîre Pethrûs, Magnûs Jacobsson, Hakan Svennelîg, Lotta Johnsson Fornare, Sara Gîlle û Markûs Wîechel îmze dan vê daxuyaniyê.

Parlementerê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga daxuyanî da ANF’ê û got ku “Heşt partiyên li parlementoyê dixwazin dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bibe û Tirkiye leşkerên xwe vekişîne.”