Parlementeran ji bo naskirina dewleta Filîstinê bang kirin

Li Fransayê nêzî 100 parlementeran bang li serokkomar Emmanûel Macron kirin ku bila li hemberî plana Îlhakê ya Îsraîlê dewleta Filîstinê nas bikin.

100 parlementeran di rojnameya Le Mondeyê de teksteke hevpar weşandin û gotin, “Em bang li 27 welatên endama Yekîtiya Ewropayê dikin ku bila dewleta Filîstinê nas bikin.”

Dihat payin ku wê Îsraîlê di 1’ê Tîrmehê de projeya xwe ya îlhakê eşkere bikira lê hate taloqkirin. Welatên Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban jî li dijî plana Îlhakê derketin.

Serokkomar Emmanûel Macron di 9’ê Tîrmehê de ji Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû xwestibû ku bila dev ji projeya Îlhakê berde. Elmanya û Kraliyeta Yekgirtî jî heman helwest nîşan dabû. Li gorî parlementerên Fransayê divê zext were zêdekirin.