Parlamenterên Fransî: Bila muzakereya YE'yê ya Tirkiyê biqede

27 parlamenterên Fransî bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku bi rengekî teqez dawî li pêvajoya endamtiya li YE'yê ya Tirkiyê were.

Di rojnameya Le Journal du Dîmancheyê de 27 parlamenteran daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ku pêvajoya endamdiya li YE'yê ya Tirkiyê bidawî bibe.

Parlamenteran gotin, ''Beriya civîna Ewropayê bi çend rojan ku nexasim li ser vê mijarê wê pêk were, em, parlamter, senator û em Komarparêz parlamenterên Ewropayê bang li Serokkomar dikin: Hûn nema dikarin tenê pêvajoya tevlêbûna li YE'yê ya Tirkiyê bisekinînin. Fransa êdî divê bixwaze ku (Tirkiye) bi temamî terk bike.''

Parlamenterên Fransî di daxuyaniyê de bang li Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî kirin, gotin, daxuyaniyên Macron yên bi Serokkomarê Tirk Tayyîp re li ber çavantund têrê nakin, ji Macron xwestin ku divê aşkere bibêje ji Tirkiyê re bibêje ku cihê wan li YE'yê tine, her wiha bang li Angela Merkel û serokdewletên din kirin ku, ''Li Ewropayê xwe bidin çespandin.''

Parlamenteran gotin, ''Em aşkere dibêjin; Tirkiye ne bi cografyaya xwe, ne bi dîroka xwe, ne bi çanda xwe ne Ewropî ye'' û domandin, ''Weke gelek welatiyan em jî êdî qebûl nakin ku YE her tim dikare were berfirehkirin.  Em êdî ji bo ku razî ne qedera xwe ragirin, em dixwazin ku Fransa ji yekîtiyê, ji pêvajoya endamtiyê ku ti maneya xwe nîne, bi rengekî aşkere û jêneveger dev jê biqere.''