Parlamenta Skoçyayê pêkanîna referandûma serxwebûnê qebûl kir
Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon, ku dibêje "şert û mercên serxwebûnê afirîne", ji bo pêkanîna referandûmeke nû destûr ji parlamentê girt.
Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon, ku dibêje "şert û mercên serxwebûnê afirîne", ji bo pêkanîna referandûmeke nû destûr ji parlamentê girt.
Di dengdanê de 69 parlamenteran ji bo pêkanîna referandûmeke nû ya li ser serxwebûnê, dengê erênî dan. 59 parlamenter jî li ber rabûn.
Bi vê dengdanê re erk ji Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon re tê dayîn, ku ji bo referandûmê danûstandinê bi Londonê re bike.
Lê belê ji bo karibe referandûm bê kirin, lazim e hikûmeta Brîtanya Mezin qebûl bike.
Endama Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) Nîcola Stûrgeon dixwaze, referandûma qutbûna Skoçyayê ji Brîtanya Mezin, di payîza 2018 an jî bihara 2019'an de bike. Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May jî ragihandibû ku heta danûstandinên ji nava Yekîtiya Ewropayê neqede, nepêkane ku referandûmeke bi vî rengî bê kirin.
Referandûma dawî ya li Skoçyayê di sala 2014'an de hatibû kirin û ji sedî 44,7 ê gel dengê xwe dabû serxwebûnê. Lê belê, ji ber ku Brîtanya wê ji Yekîtiya Ewropayê qut bibe, tê payîn ku alîgirên serxwebûnê li Skoçyayê zêde bibe. Ji sedî 62 ê welatiyên Skoçyayê dengê xwe ji bo mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê dabûn.