Parlamenta Kubayê Destûra Bingehîn a nû qebûl kir

Parlamenta Kubayê, bi piraniya dengan Destûra Bingehîn a nû qebûl kir.

Piştî ku Parlamenta Kubayê pejirand, Destûra Bingehîn a nû wê 24'ê Sibatê pêşkêşî dengdana gel bê kirin.

560 parlamenter ku Serokdewletê berê Raûl Castro jî di nav de bû, di rûniştina doh a parlamentê de hin guhertin li ser destûra bingehîn a nû kirin û piştre pêşkêşî dengdanê kirin.

Koordînatorê komîsyonê yê ji nivîsandina destûra bingehîn berpirsyar e Homero Acosta daxuyaniyek da û got, "Ev Destûra Bingehîn yekane belge ye ku gelê me tevlî amadekirina wê bûye û xwedî karakterekî demokratîk e."

Destûra Bingehîn a nû, piştî karekî ji 3 mehan ku 8.9 milyon kes tevlî nîqaşên li ser wê bûn, pêşkêşî parlamentê hate kirin.

Ji bo belgeya Destûra Bingehîn 783.174 xal hatin pêşniyarkirin. Piştî ku bi gel re hate nîqaşkirin, beşeke mezin a belgeyê hate guhertin.

Di pêşnûmeya nû ya destûra bingehîn de wê pêşkêşî dengdana gel were kirin, gotinên li ser komunîzmê mîna destûra bingehîn a sala 1979'an mîna xwe dimînin.