Parlamenta Ewropa ji awayê rêveçûna Brexîtê aciz e

Ji ber ku danûstandinên li ser derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) li derveyî Parlamenta Ewropayê tên kirin, parlament ji vê yekê gelekî aciz e.

Serokê Parlamenta Ewropayê Antonîo Tajanî ji Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz ku serokê demê yê Konseya Yekîtiya Ewropayê ye, nameyek şand. Tajanî bi bîr xist ku li gel Parlamenta Brîtanyayê, peymana Brexîtê wê li Parlamenta Ewropayê jî pêşkêşî dengdanê were kirin û hişyarî da ku dikarin peymanê bloke bikin.

Li gorî nûçeya kovara Der Spîegelê, Tajanî nerazîbûn nîşan daye ji ber ku heta niha di danûstandinan de û ji aliyê bicihanîna peymana Brexîtê ve rol ji Parlamenta Ewropayê re nehatiye dayin.

Tê gotin, gelek komên partiyan ên li Parlamenta Ewropayê li dij in ku parlament tenê weke cihê dengdana peymanê tê dîtin.

Her wiha tê gotin, Parlamenta Ewropa ji rola Komîteya Brexîtê jî aciz e ku ji bo bicihanîna peymana Brexîtê bişopîne hatiye avakirin.