Para berhemên nebatî zêde dibe

Zerar berhemên kîmyewî yên ji ber petrol û çavkaniyên din ên fosîlê li ser tenduristiya mirovan tê zanîn. Ewropa berê xwe didin berhemên nebatî.

Ji berpirsyarên şîrketa hilberînerên kîmyewî Solvay Domînîqûe Debecker ji rojnameya Le Fîgaro re axivî û diyar kir, bi lawazî jî be şîrket hêdî hêdî berê xwe dide berhemên nebatî. Debecker anî ziman, tenê ji sedî 10 ê şîrketên li Ewropayê li şûna petrolê û berhemên din ê fosîl berê xwe didin çavkaniyên dikarin xwe nû bikin. Debecker diyar kir, tenê 250 hezar xebatên vê sektorê li Ewropayê hene.

Serokê Komeleya Kîmyewkariya Nebatî ya Fransayê (ACDV) Françoîs Monnet bal kişand ser girîngiya bikaranîna çavkaniyên nebatî yên dikarin xwe nû bikin û destnîşan kir, ji bo parastina hawirdorê ev şert e.

Tê zanîn ku deterjan, kozmetîk, boyax û berhemên aeronotîk ên ji çavkaniyên nebatî tên çêkirin, li bazarê zêde bûne. Bi taybetî Fransa li vê qadê xwe gihandiye cîroyek ji 10 mîlyar Euroyî û tê texmînkirin, ku ji sedî 8 ê vê bazara li gelemperiya cîhanê kontrol dike.

Li gorî Domînîqûe Debecker, rêjeya berhemên nebatî li gorî yên kîmyewî bi 3 qatan zûtir mezin dibe.