Pakistanê gefa şerê nukleer li Hindistanê xwar

Serokwezîrê Pakistanî Îmran Xan li NY'yê îxtîmala şerekî pêkan a bi Hindistanê re anî ser zimên û gef lê xwar ku bi vî welatî re şerekî nukleerî derkeve.

Krîza piştî ku Keşmîrê li beşê bi ser Hindistanê ve xweserî rakir didome. Hindistan û Pakistan gefê li hev dixwin û ev li Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) didome.

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan li desteya giştî axivî û got, krîza Keşmîrê di navbeyna du welatan de dibe ku bibe sedema şerekî nukleerî.

Îmran Xan 900 leşker, ku 3 ji 2 paran a artêşa Hindistanê pêk dihêne, li Keşmîrê ye û diyar kir, li Keşmîrê ''xwîn wê bide bejnê''. Xan her wiha got piştî rabûna qedexeya derketina derve ya li Keşmîrê şer wê girantir bibe.

Îmran Xan piştî êrîşa hin koman a li Keşmîrê heke Hindistan hê jî Pakîstanê tawanbar bike, dibe ku di navbeyna du welatan de şerekî nukleerî derkeve.

Xan diyar kir şerekî pêkan ê nukleerî wê ji bo hemû cîhanê taloke be û di rewşa şer de li şûna teslîmbûnê 'heta mirinê ji bo azadiyê wê têbikoşin''.