Ozcan: DYE bi Bîden re wê were ser eyarê berê

Nûnerê HDP'ê yê Washîngtonê Giran Ozcan diyar kir bi Bîden re wê DYE li eyarên berê vegere û têkiliyên bi Tirkiyê re wê kambaxtir bibin.

3'yê Mijdarê li DYE'yê di navbeyna namzetê Demokratan Joe Bîden û namzetê Komarparêzan Donald Trûmp de hilbijartin were kirin.

Nûnerê HDP'ê yê Washîngtonê Giran Ozcan got heke Bîden were ser kar têkiliyên bi Emerîkayê re ku Trûmp hinekî nerm kiribû wê req bibin.

Ozcan diyar kir li Emerîkayê di çapemeniyê de gelek caran tê gotin Trûmp dema ku biryaran dide ne bi nasnameya sazûmaniyê lê bi temamî li gorî çarçoweya têkiliyên şexsî biryaran dida, beriya bi du heftiyan New York Tîmesê belgeyên bacê weşandine, di van belgeyan de diyar dibe ku Trûmp pir deydar bûye lê nayê zanîn bê ka deyndarê kê bûye û behsa 400 milyon dolar deyn tê kirin. Ozcan diyar kir bi vê nûçeyê rapirsîna wê hate kirin ku kesekî ev qasî deyndar çawa dikare biryarên objektîf bide û got, ''Ev nûçe bi Tirkiyê ve jî hate girêdan, hate gotin ev polîtîkaya nermkirnê ya Trûmp bi temaî ji van têkiliyên wiha yên şexsî çêdibe. Heke em lê bifikirin ku bi seroktiya Bîden DYE wê li eyarên xwe yên berê vegere. em dikarin pêşbîniya wê bikin saziyên ku dema Trûmp hatî, hatin pasîvîzekirin wê dîsa bibin navenda biryarê. Asoxî di pêvajoyeke wiha de ku biryarên van saziyan standî li Qesra Spî neaqiliqin, mirov dikare bibêje siberojê têkiliya Tirkiyê û DYE'yê wê zêdetir bi krîz be. Helbet aliyekî vê yê DYE'yê heye û aliyekî wê yê Tirkiyê heye. Tirkiyê dît têkiliya 70-80 salî ya bi Emerîkayê re zêde sûd nedayê û li gorî vê stratejiyek danî, girseya xwe li gorî vê eyar kir, em dibÎnin ku vê siyaseta xwe li hundir û derve jî wiha didomîne. Bi vê maneyê siyaseta xwe ya bi Pûtîn re bêhtir li hev tîne. Heke mirov li rastiyê binere du alî jî têkiliyên xwe yên berê bi eynî rengî wê nikaribin bidomînin.''

Li ser bandora hilbijrtina DYE'yê ya li Kurdên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî Ozcan got, ''Berê polîtîkayeke Kurd a DYE'yê nebû. Niha çêdibe an na zor e ku mirov vê bibêje. Lê dikarim bibêjim, di navbeyna kaosekê de ye, di pêvajoya bihurînê de ye. Beriya niha min got, bi çarçoweya têkiliya 70-80 salî nêzîkatiya DYE'yê ya li meseleya Kurd, li groî berjewendiya netewî ya Tirk bû. Çavê xwe ne ku tenê ji binpêkirina mafê mirovan ên Tirkiyê re digirt lê her wiha destek jî dida vê. 70-80 salan ev têkilî wiha domand.''

Ozcan bi domdarî got, ''Bi min êdî DYE ne mecbûr e ku dîsa wiha li Kuradn binere. Geşedanên li Sûriyê bandorê li ser vê dike. Ji ber ku Tirkiye nexwest li dijî DAÎŞ'ê şer bike û ji bo ku dît hêzeke civakî ya karîger, ji bo ku gelê xwe biparêze li dijî DAÎŞ'ê şer kir, ev ji hêla gelek derdorên DYE'yê ve hate dîtin. Her wiha, di serdemeke wiha de ku li ser hegemonyaya DYE'Yê taloke hene, nexasim li Rojhilata Navîn mirov dikare bibêje ku DYE wê li tifaqên nû, eniyên nû bigere. Ji ber ku Rojhilata Navîn ji bo hegemonyaya global cihekî pir girîng e.''