OPCW: Êrîşa kîmyewî ya Dûmayê ji aliyê rêveberiya Şamê ve hat kirin

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) diyar kir ku di sala 2018’an de êrîşa kîmyewî ya li Dûmayê ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatiye kirin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) diyar kir êrîşa kîmyewî (klor) ku di sala 2018’an de li navçeya Dûma ya herêma Xûtaya Rojhilat ya li rojhilatê paytexta Sûriye Şamê de bu sedema kuştina 43 kesan, ji aliyê rêveberiya Şamê ya Beşşar Esad hatiye kirin.

Mufetîşên saziyê gotin ku “bingehên maqûl” hene ku herî kêm helîkoptereke Hêza Hewayî ya Sûriyeyê gaza jehrîn avêtine Dûmayê.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) di 1’ê Adara 2019’an de li Dûmayê bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kiribû, lê ev demeke dirêj e li benda weşandina rapora OPCW’ê bû ku rêveberiya Şamê berpirs dibîne.

Dîrektorê Giştî yê OPCW’ê Fermando Arîas got: “Bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmayê yan jî li derekî din nayê qebûlkirin, ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Cîhan êdî rastiyan dizane. Civaka navneteweyî divê ji OPCW’ê serbixwe tevbigere.”