OGB: Divê pêşî li şerê bixwîn yê dewleta Tirk bê girtin

OGB'ê diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk ên ji dawiya meha Mijdarê û vir ve dest pê kiriye, rewşa ewlekarîya li Sûriye û derdora wê xerabtir kiriye û bang li dewleta Tirk kir ku dev ji provokasyonên xwe yên li dijî herêmê berde.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Awûstûrya (OGB) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûriye û Rojava daxuyaniyek da.

‘BI ÊRÎŞEK NÛ RE WÊ ARAMIYA HERÊMÊ XIRAB BIBE‘

OGB’ê anî ziman ku di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk yên ji dawiya meha Mijdarê û vir de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye û got: “Di encama êrîşan de mal û binesaziya sivîlan jî hatine rûxandin. Wezareta Parêzvaniya Emerîkayê di nîvê meha Kanûnê de hişyarî dabû, ev bombebaran dibe ku amadekariya operasyoneke bejayî ya mezintir be. Bi êrîşek nû ya Tirkiyeyê, wê rewşa ewlekarîya li Sûriyê û derdora wê hîn bêhtir xirab bibe. Wê êrîşek nû bi xwe re mirina bi hezaran, wêrankirina deverên mezin ên ku berê hatibûn aramkirin, û reva bi sed hezaran mirovan. Bi taybet herêmên ku ji sala 2012’an û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, dibin rêveberiya Kurdan de ye. Herêmên xweser ên ku li gorî hiqûqa navneteweyî nayên naskirin, di qada navneteweyî de weke Rojava tên naskirin.“

‘NÛNERÊ KURDAN TÊN GIRTIN‘

OGB’ê diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan nikare modeleke aştiyane ya otonomiya Kurdî li ser sînorê welatê xwe tehemûl bike û bi awayekî eşkere biryar daye ku bi artêşa xwe ve êrîş bike. OGB’ê destnîşan kir ku şerê ku tê, tenê yek ji wan kiryarên ku di van meh û salên dawî de li dijî Kurdan tên kirin e û wiha dom kir: “Zextên li ser kêmneteweyan di nava dewleta Tirk de berdewam dikin. Nûnerên Kurdan ên bi rêyên demokratîk hatin hilbijartin ji kar têne avêtin û girtin. Di parlamentoya Tirkiyê de HDP, partiya sêyemîn a herî mezin e û dibe were qedexe kirin.“

‘DEV JI PROVOKASYONAN BERDE‘

OGB’ê da zanîn ku li Tirkiyeyê rewşa mafê mirovan her ku diçe xirab dibe û wiha got: “Ev yek weke OGB’ê me gelek caran anî ziman. Dewlet li ser her kesê zextan dike. Divê pêşî li şerê bixwîn bê girtin. Ji bo vê yekê OGB bang li hikûmeta Tirkiyê dike ku dev ji provokasyonên li dijî xaka Sûriyê berde û daxwaz ji civaka navdewletî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî dike ku ji bo aştiya herêmê, divê hemû rê û rêbazan bikar bîne.“

Daxuyaniya bi zimanî Elmanî:

https://www.oegb.at/themen/gewerkschaften-weltweit/internationales/einen-weiteren-krieg-vermeiden--