OECD: Bi baca Karbonê CO2 dikare bê kêmkirin

Li gorî lêkolîneke OECD, bi saya 'baca karbonê' ya ku 6 sal beriya niha li Fransayê kete meriyetê, belavkirina karbondîoksîtê (CO2) di asta 5 ji sedî de kêm bû.

Di lêkolînê de ku ji aliyê ji pisporên Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariya Aborî (OECD) Damîen Dûssaûx ve hate amadekirin, baca karbonê ku di sala 2014'an de ji aliyê hikumeta sosyalîst ve hate pêkanîn, bandoreke girîng li ser kêmkirina belavkirina gazên neyînî kir. Li gorî vê bacê, serê her tona CO2 45 Euro tê standin.

Di lêkolînê de rêjeya karbondîoksîtê ya ku ji aliyê pîşesaziya Fransayê ve di navbera salên 2013 û 2018'an de hate belavkirin hate lêkolîn. Bi saya vê bacê gaza karbondîoksîtê kêm bû. Li gorî vê yekê, belavkirina gaza neyînî di sala 2018'an de li gorî salek beriya xwe bi 3.6 miyon ton kêm bû û ev yek jî tê wateya 5 ji sedî.

EGER BIBE DU QAT WÊ KÊMBÛ BIGIHÊJE ASTA 9 JI SEDÎ

Di lêkolînê de bandora baca karbonê ya li ser kêmbûna belavkirina gaza karbondîoksîtê hate bibîrxistin û projeya Emmanûel Macron û hikumeta LREM a lîberal hate bibîrxistin, ku dixwaze serê tonekê bacê bike 86 Euro. Li gorî lêkolînê, eger ev bibe wê salane 6.2 milyon ton gaza karbondîoksîtê kêmtir bibe. Ev jî tê wateya salane 8.7 ji sedî.

Zêdekirina baca belavkirina karbondîoksîtê yek ji sozên Emmanûel Macron ên hilbijartinê ye. Lê belê ev projeya wî piştî destpêkirina çalakiyên Êlek Zeran a li dijî baca zêde ya buhayê sotemeniyê taloq bû.