OEA: Li Venezuelayê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin

Rêxistina Dewletên Amerîkayê (OEA) raporek weşand û diyar kir ku li Venezuelayê di nava 4 salên dawî de gelek sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin.

Di rapora OEA de ku tê xwestin ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) re bê şandin, tê îdîakirin ku li Venezuelayê ji 12'ê Sibata 2014'an ve gelek sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin.

Hate îdîakirin ku rapora OEA ji aliyê 'pisporên navneteweyî yên serbixwe' ve hatiye amadekirin û ji Serketerê Giştî Luis Almagro tê xwestin, delîl û agahiyên hatine bidestxistin pêşkêşî ICC bike. Di raporê de her wiha bang li welatên ku aliyekî Peymana Romayê ne hate kirin ku li gorî delîlên li ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Venezuelayê, lêpirsînê vekin.

DI XWEPÊŞANDANAN DE HERÎ KÊM 131 KES JI ALIYÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ VE HATIN KUŞTIN

Rapor li gorî îfadeyên bi dehan dadgehan, gotinên malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û aliyên din hate amadekirin. Di raporê de tê gotin, di xwepêşandanên navbera salên 2014-2017'an de herî kêm 131 kes hatine kuştin. Tê îdîakirin ku temamiya van kesan ji aliyê hêzên ewlekariyê yan jî milîsên alîgirê Nicolas Maduro ve hatine kuştin.

Di raporê de wekî din tê îdîakirin ku ji ala 2015'an û vir ve zêdeyî 8 hezar bûyerên mirinê, birîndarkirin an jî îfazên bi rengên cuda hatine kirin. OEA her wiha ragihand ku zêdeyî 12 hezar kes bi awayekî 'kêfî' li girtîgehan tên hiştin.