NYT: Dîplomatên DYA'yî bi dizî bi Talîbanê re hevdîtin kirin

Li gorî îdîaya rojnameya New York Timesê, rêveberiya DYA'yê bi rengekî dizî bi Talîbanê re hevdîtinek kir.

Li gorî nûçeya ji aliyê rojnameya New York Times (NYT) ve hate weşandin, nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Talîbanê, li Qatarê bi rengekî dizî li hev rûniştin.

Li gorî îdîaya rojnameyê, nûnera taybet a başûrê Asyayê ya DYA'yê Alîce Wells û gelek dîplomatên Amerîkî, hefteya bihûrî bi du nûnerên Talîbanê re rûniştin.

NYT'ê di nûçeya xwe de îdîa kir ku li ser qedandina şerê navxweyî yê li Afganîstanê hatiye axaftin û diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya DYA'yê negotiye ku ev hevdîtin derew e. Di brîfîngeke çapemeniyê ya wezaretê de hatibû gotin ku Alîce Wells serdana Qatarê kiriye.

Ji rayedarên Afgan Ataûllah Salîm jî diyar kir ku haya wî ji hevdîtineke wiha nîne, lê hevdîtinên bi vî rengî divê werin kirin.

NYT'ê beriya çend hefteyan ragihandibû ku Serokê DYA Donald Trûmp hin dîplomatên payebilind wezîfedar kiriye ji bo yekser bi Talîbanê re rûnên.

Rêveberiya DYA'yê heta niha li dijî hevdîtina bi Talîbanê re bû.

Talîban ku sala 2001'ê bi destwerdana leşkerî ji desthilatdariyê hate xistin, dema dawî herêmên ku kontrol dike fireh kiriye. Yek ji şeş parên Afganîstanê di destê Talîbanê de ye.